Derbarê KurdFM

KurdFM radyoya Kurdî, navekî hesan û asayî. Ji gûhan re gelik asayî tê. Lê bi taybet ji bo me Kurdan di warê çapemenî û ragihandinê de hindek xalên gelekî nazik hene. Gelik xalên ku heya gelek kesan jê nîne. Gelik xalên wisan nazik ku zêde jî giringî pê nayête dayîn. Xala zimanê Kurdî. Ev xal ji rabihûrînê hetanî îro, ji îro hetanî dahatinê xalekî gelekî giringe. Radyo KurdFM him bi navê xwe radyoya Kurdî ye, him bi naveroka xwe radyoyekî Kurdî ye. Di destpêka sala 2010 ê de li Elmanya nêzîkî bajarê Frankfurtê dest bi weşana xwe kir û hetanî neha bi tevayî zehmetiyên xwe ve jî bi bisporî, pêşketî û dewlemend karên xwe berdewam dike.

KurdFM dengê xwe dighîne hemî Kurdên cîhanê û ji ber ku bo teknîka pêşketî ya demê hatiye amadekirin jî di demekî kinde bû xwedî bi hezaran guhdar û di nav gelê Kurd yê Kurdistanê û yê çardorê cîhanê de cî girt.

KurdFM di hema hezîranê ya 2010 ê de wekî bernama yekem ya Kurdî di nava cîhana App lê de cî girt û App a KurdFM kete nav App Store de. Êdî bi rêka Iphonê, ipod ê û ipad ê li her deverê cîhanê hate gûdarkirin. KurdFM di meha Tebaxê de li Elmanya xwe wekî Merqe tomar kir. 

Di dawiya sala 2010 ê de jî KurdFM dest bi amadekirina konsertên Kurdî kir. Şeva xwe ya yekem jî di sersalê de pêk anî. Xebatên Konsertan bi rêka KurdFM di nava Koma Baz de dê bêne meşandin. Bi dehan hunermend û dengbêj li gel KurdFM di peywendiyê dene û di nava hevkariyê dene. KurdFM karek ji karê Hêvî Group e.